Mêrekî temen çil salî ye.Çar zarokên wî hene û karekî taybet jî tuneye.Çar kitêb nexwendine û zanîngeh di xewnê de jî nedîtîye lê tijî hûrê xwe ye û xwe ji herkesekê jîr û jêhatîtir dizane
Gelek şevan direng diçe mala xwe û vê şeva dawîyê di katjimêr 2:30 şevê de,digehe/digîje mala xwe û gerçi kilîta malê bal heye lê dîsanê jî derî dikute û dêje hevjîna xwe: Ma qey heta ez bîst caran derî nedim tu derî navekî
Hevjîna wî hat derî vekir û bersiveke giran nedayê û gotê : Hişşşşş.Dîsa devê te vebû.Neke hewar xelk razaye.Mêrik lê zivirî û gotê : Êdî tu ne xwarinekê çêdikî,ne cilikekê dişoyî û ne malê paqij dikî,niha tu bo dervekirinekê jî têyî ziman? Ma tu jî jin î?Here bera xwe bide jinên xelkê/here li jinê xelkê binêre ka çawan in
Jinikê gotê : tu her şev bê sebeb direng têyî,ez û zarokên sêwî jî heta direngî şevê li benda te dimînin.Ma ewdê Xwedê hela tu nerihet î
Mêrik her car bi vî rengî kasik û dîzikê xwe tîne serê jinika reben dişkêne û berê wermê daxê lê dide
Mêrik ku ne haj li malê heye û ne haj li jinê bi dengekî bilind kire hewar : Ji mala min derkeve,here here.Mêrik kerb ê wî vebibûn/tûre bibû û xweşiyên direvîn ew xapandibû
Her di vê direngîya şevê de ku zarok jî razabûn,jinika pepûk baxçika xwe rakir û ji malê derket
LI ÇÎROKÊN FIRAT CEWERÎ HATÎYE ÎLHAM KIRIN